Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuştin û Alozî li Misirê Berdewam in


Pevçûnên giran şeva Duşemê li navbera alîgirên serokê berê yê Misirê Mihemed Mursî û hêzên parastinê qewimîn.

Karbidestên Misirê dibêjin, bi sedema wan pevçûnan bi kêmî ve heft kes hatin kuştin û 261 kes birîndar bûn.

Pevçûn şeva Duşemê li naverasta Qahîre destpê kir û heta roja Sêşemê jî berdewam bûn.

Alîgirên Mursî xwepêşandanan dikin û dixwazin ku desthilata serokatîya rêberê Îslamî vegerînin, piştî desthilata wî ji layê artêşê ve hate hilweşandin.

Ev şer û pevçûn di demekê de ne ku şandeke mezin ya Amerîkî li Misirê ye û bi rêberên wî welatî re kom dibe.
XS
SM
MD
LG