Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîr Kerry Dîsa Serdana Rojhilata Navîn Dike


John Kerry li balafirgeha Amman, Sêşemê, 16'ê Tîrmehê, 2013.
Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry li Urdunê ye jibo encamdana kombûnan bi karbidestên Komkara Welatên Ereb re.

Alozîya Misirê û kirîza Sûrîyê, pirsên serekî yên civîna navbera rêberên Amerîkî û Ereb in.

Birêz Kerry roja Sêşemê gihişte Amman û ligel wezîrê derve yê Urdunê Nasir Cudeh kom bû.

Şeva Sêşemê jî, birêz Kerry li paytexta Urdunê bi serokê Felestînî Mehmûd Abbas re dicive.

Ev şeşemîn serdana birêz Kerry ye bo Rojhilata Navîn piştî posta Wezîrê Derve yê Amerîkî wergirt.
XS
SM
MD
LG