Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Hikûmeta Demkî li Misirê Sond Dixwin


Kabîneya hikûmet demkî ya Misirê
Rêberên Misirê ku artêş piştgirîya wan dike, sûnd xwarin jibo yekem hikûmet piştî derkirina serokê Îslamî Mihemed Morsî berî du hefteyan jiber xwepêşandinên mezin li dijî wî.

Pêşketinên roja Sêşemê derketin holê, piştî şerekî nîvê şevê di navbera hêzên ewlekarîyê û piştgirên Morsî de ku di encama wan de heft kes hatin kuştin û bêtirî 260 birîndar bûn.

Hikûmeta nû ku bi piranî ji lîberal û teknokratan pêk tê, ji aliyê Serokwezîrê demkî Hazim el Beblawî tê birêvebirin.

Di nav kabîneya nû de heft kesayetî ji hikûmeta kevin cih digirin, wekî rêberê artêşê Ebdulfetah el Sîsî ku Morsî ji desthilatê avêt. El Sîsî wekî wezîrê berevanîyê û cîgirê serokwezîr hatiye destnîşankirin. Sê wezîrên jin jî di kabîneyê de cih digirin ku wezartên saxlemî, ragihandin û jîngehê dadigirin.

Di kabîneya nû de ti kesayetî ji partîyên Îslamî cih nagirin. Berdevkê serokê demkî gotibû ku post hatibûn dayîn jibo Partîya Îxwan el Muslimîn, lê karbidestekî mezin ji partîyê red kiribû û hikûmeta demkî wekî nerewa binav kiribû.
XS
SM
MD
LG