Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Hejmareke Filestînîyan Azad Dike


Yuval Steinitz
Îsraîlê qebûl kirîye ku jimareke girtîyên Filestînî berde, rojekê piştî hikûmetên herdu alîyan li hev kirin ku vegerin maseya danûstandinan bi hêvîya hilanîna cudahîyên kevin.

Wezîrê hikûmeta Îsraîlê Yuval Steinitz roja Şembî razîbûna hikûmeta Îsraîlê hember azadkirina girtîyên Filestînî ragihand.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry şeva Înîyê plana jinûve destpêbûna danûstandinan ragihand. Birêz Kerry li Amman a paytexta Urdunê axivî, piştî ji serdaneke bo Ramallah vegerîya û ligel Serokê Filestînî Mehmûd Abbas kom bû.

Wezîrê Derve yê Amerîka got ku hinek hûrgilî hîn tê gotûbêjkirin û eger ew yek pêk hat, karbidestên Filestînî û Îsraîlî dê herin Washington jibo danûstandinên destpêkî di hefteyekê yan du hefteyan de pêk bînin.
XS
SM
MD
LG