Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sidkî Zîlan: Kurd Cudabûn Naxwazin


Piştî pevçûnên Serêkanîyê yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û El Nusra yê ya ku girêdayê El Kaîde ye, di nav partî û rêxistinên Kurdên Tirkiyê de jî dengen nerazîbûnê bilind dibin.

Gelek caran di medya Tirkîyê de jî hat destnîşan kirin ku El Nusra li Tirkîyê , li bajarê Hatayê xwe birêxistin dike heta gelek caran tê îddîa kirin ku Tirkîye piştgirîya vê rêxistinê dike.

Li Dîyarbekirê ji Însîyatîfa Azadîyê Evuqat Sidkî Zîlan ji Dengê Amerîka re got "Îstixbarata Tirkîyê, El Qayde birêxstin dike. Herwiha ji bajar û navçeyên Kurdan gelek xort jî hatine xapandin û di refên El Kaide de şer dikin, gelek ji wan hatin kuştin. Em nav bi nav dizanin ku ji kîjan bajar çend xortên Kurd çûne jibo El Qayde şer dikin.” Wî herwiha got ku Kurd di Îraq, Sûrîye û Tirkîyê de cudabûn naxwazin.

Birêz Zîlan di dewamîyê de got “Amerîka li diji El Qayde ye û ne dilxweş e ku Tirkîye piştgrîya dide vê rêxistnê."

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:09 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG