Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: Çekdarên Îslamî 300 Kurd Serbest Berdan


Çekdarên Îslamî li bajarekî nêzîkî sînorê Tirkîyê 300 Kurdên sivîl serbest berdan, hemberî azadkirina komandarekî komela ser bi El Qayde, li gorî çalakvanan.

Rêxistina Sûrî ya Çavdêrîya Mafên Mirovan ragihand ku komandarê Îslamî Abu Museb şeva Şembî li bajarê Tel Abyed hatibû girtin, piştî şer û pevçûnên navbera çekdarên Kurd û komela bi navê Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê.

Di bersiv de, çekdarên Îslamî xelkên sivîl yên Kurd binçavkirin.

Kurdên Sûrîyê dixwazin ku çekdarên ser bi El Qayde li bajarên xwe derbixin, ku piranîya wan şerkerên bîyanî ne.

Di şer û pevçûnên navbera çekdarên Îslamî yên Cebhet El Nusre û çekdarên Kurd yên ser bi Partîya Yekîtîya Demokrat, bi kêmî ve 60 kes li herdu alîyan hatîne kuştin.
XS
SM
MD
LG