Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herî Kêm 50 Kes li Îraqê Hatin Kuştin


Bi sedema êrîşeke xwekujî li dijî karwanekê artêşa Îraqî, bi kêmî ve 25 kes hatin kuştin.

Karbidest dibêjin, teqîna roja Duşemê li bajarê Musil, bakurê Îraqê qewimî. Di wê teqînê de 22 leşker û sê kesên sivîl hatin kuştin.

Hevdem, çekdaran êrîş kirin ser herdu zîndanên Tacî û Abu Xirêb li nêzîkî Bexdayê, di bizavekê de jibo serbest berdana girtîyan.

Li gorî karbidestan, di wan êrîşan de bi kêmî ve 50 endamên hêzên parastinê hatin kuştin.
XS
SM
MD
LG