Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Rêveberîya Kurdî li Sûrîyê Qebul Nake


Bulent Arinç
Bulent Arinç
Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê dibêje ku Tirkîye piştgîrîya yekîtîya xaka Sûrîyê dike.

Di gotarekê de roja Duşemê, Bulent Arinç herwiha got ku Tirkîye avakirina rêveberîyeke “de fakto” ya Kurdî li Sûrîyê qebul nake.

Lê belê Arinç negot Tirkîye wê çewa pêşî li avabûna rêveberîyeke Kurdî bigire.

Karbidestên Tirkîyê nîgeran in ku çekdarên Kurd hêzên xwe li bajarên ser sînorê Tirkîyê xurt dikin.

Nîgeranîyên Tirkîyê kûrtir bûn piştî Partîya Yekîtîya Demokrat, ya ser bi Partîya Karkerên Kurdistanê, dest bi ser bajarekê nêzîkî sînorê Tirkîyê girt piştî şer û pevçûnên bi komelên tundrê yên Îslamî.
XS
SM
MD
LG