Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hizbullah di Lîsta Reş ya Yeketîya Ewropî de ye


Çekdarên Hizbullah.
Çekdarên Hizbullah.
Tayê leşkerî ya komela çekdarîya Hizbullah kete di lîsta reş ya Yeketîya Ewropî de.

Di civînekê de roja Duşemê, wezîrên derveyên 28 welatên Ewropî bi yek deng biryar dan ku tayê leşkerî yê Hizbullah ya Libnanî bi rêxistineke teroristî bi nav bikin.

Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry destxweşî li biryara Yekîtîya Ewropî kir û daxwaz li welatên din jî kir ku komela Hizbullah ya Şîe wek rêxistineke teroristî bi nav bikin.

Hizbullah bi encamdana êrîşeke çekdarî li bajarê Burgas yê Bulgaristanê hatîye tometbar kirin.

Di wê êrîşê de li sala bihurî, pênc turistên Îsraîlî hatin kuştin. Hizbullah desthebûna xwe di wê êrîşê de red dike.
XS
SM
MD
LG