Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serleşker Bijarên Mudaxeleya Amerîkî li Sûrîyê Eşkere Dike


General Martin Dempsey
Serleşker artêşa Amerîkî hejmareke bijarên Washington jibo bikaranîna hêzên Amerîkî di kirîza Sûrîyê de eşkere kir.

Lê belê General Martin Dempsey hişyarî da ku dibe ku buhayê her mudaxeleke rastexwe ya hêzên Amerîkî di Sûrîyê de giran be.

Di nameyekê de bo Kongresa Amerîkî, General Dempsey pênc bijar jibo bikaranîna hêzên Amerîkî eşkere kir.

Yek ji bijaran, perwerdekirinia hêzên opozisyona Sûrîyê ye ji layê hêzên Amerîkî ve. Bijareke din, êrîşa esmanî ya Amerîkî ye li dijî çekên kîmyawî yên Sûrîyê.

General Dempsey got dibe ku yek ji derencamên nexwestî ya mudaxeleya Amerîkî di Sûrîyê de, bihêzbûna komeleyên tundrê be.
XS
SM
MD
LG