Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyona Sûrîyê Daxwaza Dadgehkirina Rêberên Hizbullah Dike


Hesen Nesrellah rêberê Hizbullah ye.
Hesen Nesrellah rêberê Hizbullah ye.
Hevalbendîya sereke ya opozisyona Sûrîyê roja Sêşemê daxwaza dadgehkirina rêberên komela çekdarîya Hizbullah ya Libnanî kir jiber rola wan di şerê Sûrîyê de.

Komela Hizbullah, ya Şîe, alîgira xurt ya rejîma Beşar El Esed e.

Opozisyona Sûrîyê herwiha kêfxweşîya xwe ragihand hemberî biryara Yekîtîya Ewropî jibo nasandina tayê leşkerî yê Hizbullah wek rêxistineke teroristî.

Di civînekê de roja Duşemê, wezîrên derveyên 28 welatên Ewropî bi yek deng biryar dan ku tayê leşkerî yê Hizbullah ya Libnanî bi rêxistineke teroristî bi nav bikin.
XS
SM
MD
LG