Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Misirê Banga Xwepêşandanên Piştgir Dike


Serokê artêşa Sûrî Abdulfettah El Sîsî bang li gel dike ku roja Înîyê derkevin kolanan û bi awayekî girseyî piştgirîya artêşê bikin ku rê li ber tindî û terorîzm bigirin.

Sîsî ew banga xwe îro Çarşemê di axaftina televîzyonî da kir.

Misir, ev çend hefte ne rûbirûyê tundûtûjî ye, piştî ku Serok Mihamed Mursî ji kursîya xwe hatibû gêr kirin.

Artêşa Misirê hikûmeteke demkî ava kiribû û qanûna bingehîn guhartibû ku hilbijartinên nû yên seroktî û parlemanî bike. Lê, piştevanên Mursî hikûmeta nû qebûl nakin û daxwaza jinûve vegera Mursî dikin.

Di tundîya îro ya di polîsxaneykê de 1 kes hate kuştin, herî kêm 18 kesên din jî hatine kuştin.
XS
SM
MD
LG