Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê KADEP Baksî û Kongreya Netewî


Civîna Amadekarî ya Kongreya Netewî, di 22’ê Tîrmehê de, bi beştarbûna partî û rêxistinên yên Kurdan li Hewlêrê hat kirin.

Yek ji beşdarên wê civînê, Serokê Partîya Demokrasîya Beşdar (KADEP) Lutfu Baksî bû.

Birêz Baksî da zanîn di sala 2011’ de ew û Şerafettîn Elçî jibo Kongreya Neteweyî çend caran serdana Mesud Barzanî kirine. Wî got, hîngê jiber ku di nav dewlet û PKK’ê de şer geş bû, şert û merc jibo kongereyê ne musaît bû.

Baksî bi berdewamî got, “Jiber ku niha Pêvajoya Çareserîyê destpê kirîye, şert û merc jibo Kongreya Netewî ya Kurd mûsaît e.”

Birêz Baksî got “Piştî kongereyê dibe ku sistema federasyonê derkeve pêş. Herwiha jibo tifaqê îradeyeke ewqas mezin cara yekê ye dertê pêş. Divê hemî hêzên Kurdan piştgirîya vê kongeryê bikin.”

Di civînê de ji hemî beşên Kurdîstanê 21 kes, jibo komîteya amadekar ya kongreyê hatin hilbijartin. Ji Bakurê Kurdîstanê 4 ji BDP’ê 6 kes di nav komîteyê de cî digirin.

Bilî BDP’ê, Serokê DDKD’yê Îmam Taşçier û ji Însîyatîfa Azadîyê, Adem Ozcaner jî di Komîteya Bakur da ne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:21 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG