Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hewlêsta Partîyên Çep û Yekîtî Hemberî Alozîyên Herêma Kurdî


Partîyên Kurd li Sûrîyê êrîşên komeleyên tundrê yên Îslamî li dijî gelê Kurd li bajarên nêzîkî sînorê Tirkîyê şermezar dikin. Rewşa wan bajaran aloztir bû, piştî şer û pevçûnên navbera çekdarên Partîya Yekîtîya Demokrat û çekdarên komeleyên Îslamî.

Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, rêberên Partîya Çep û Partîya Yekîtîya Kurd li Sûrîyê bi tundî nerazîbûna xwe hemberî êrîşên çekdarên Îslamî li dijî bajarên Kurdan ragihand.

Rêberê Partîya Çep Mihemedê Mûsê dibêje “kesên ku îro êrîşê li herêmên Kurdî dikin, dixwazin îrada miletê Kurd di azadîyê de bişkînin.”

Birêz Mihemedê Mûsê dibêje “eger hedef rejîm e, rejîm li Şamê ye, rejîm ne li Serêkanî û Til Abyadê ye.”

Endamê polîtburoya Partîya Yekîtîya Kurd li Sûrîyê Abdulbaqî Yusif dibêje divê gelê Kurd hêzeke yekgirtî hebe ku nûneratîya tevaya gelê Kurd bike, ne milîşîyayek ku nûneratîya yek partî bike.

Birêz Abdulbaqî Yusif herwiha dibêje ku Partîya Yekîtîya Demokrat “bitenê nikare bergirî li rojavaya Kurdistanê bike.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:15:51 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG