Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tirkîyê bi Malbatên Roboskê re Civîya


Malbatên Roboskê
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, roja Înê jibo vekirina Balafirgeha Şetafettin Elçî hat Şirnexê û di heman rojê de bi malbatên Roboskê re jî hat ba hev. Ji gund şeş kesên ku xizmên wan di bombebarana firokên şer de hatibûn kuştin, ji Serokwezîr xwestin ku kirayrên êrîşê werin tespît kirin û ceza kirin.

Erkan Encu dema ku di bomberabarênê de jîyana xwe ji dest da, 12 salî bû. Dayika wî Felek Encû ji Dengê Amerîka re got“ Serokwezîr gelek pirsen me bê bersiv hişt. Me got ger li Tirkiyê edalet hebe em jî, edaletê jibo xwe dixwazin.” Felek Encu got ew bawer nakin ku faîlên êrîşê werin eşkere kirin lê hêvî dikin ku serokwezîr ji dil be.

Birayê Serhat Encu, Velî Encu jî ji Dengê Amerîka re got “ 576 roj li ser komkujîyê derbas bûn, lê Serokwezîrê Tirkiyê jibo malbatên Roboksê tu gavek neavêt. Faîlên bûyerê teslîmê dadê nekirine, me nexwest em harin hevdîtinê lê Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ket navê û dîyalogê çêkir, malbatan qane kir jibo hevdîtinê.”

Di 28’ê Kanûna 2011’an de, firokên şer yên Artêşa Tirkîyê li ser gundê Roboskê ku girêdayê Qilêbana Şirnexê ye, bombebaran kirûbûn û di encamê de 34 Kurd hatibûn kuştin.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:07:13 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG