Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rejîma Sûrî û Hizbullah Taxên Humsê Kontrol Dikin


Leşkerên rejîma Sûrî.
Leşkerên rejîma Sûrî.
Hêzên hikûmeta Sûrîyê bi piştevanîya çekdarên Hizbullah ya Libnanî kontrola xwe bi ser bajarê Humsê xurt dikin, li gorî raportên nûçeyan.

Televizyona rejîma Sûrîyê roja Yekşemê wêneyên taxê Xalidîye weşand û ragihand ku artêşa rejîmê niha piranîya wî taxî kontrol dike.

Xalidîye taxê serekî yê bajarê Humsê ye û di bin kontrola hêzên serhildayan de bû.

Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan jî ragihand ku artêşa Sûrîyê û çekdarên komela Hizbullah ya Şîe beşekê mezin yê Xalidîye kontrol dikin.

Roja Şembî, hêzên ser bi rejîma Sûrîyê mizgefta dîrokî ya Xalid Îbn Welîd li taxê Xalidîye kontrol kir.
XS
SM
MD
LG