Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demirtaş: Êdî Cîrana Tirkîyê Kurdistan e


Selahattîn Demirtaş
Selahattîn Demirtaş
Rêxistina Bajêr ya Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) ya Stenbolê kongreya xwe ya 2’yan ya awarte lidar xist.

Li kongreya BDP ya Stenbolê, ji xeynî parlamenter û rêvebirên BDP’ê, rêxistinên sivîl, sendîkayên karmendan, malbatên Roboskîyê û pêşengên çalakîyên Gezî Parkê jî beşdarî kirin.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demirtaş, di axaftina xwe ya kongreyê de li ser babetên rojevê daxuyanîyên girîng dan.

Birêz Demirtaş, bi taybet bal kişand ser xwedîderketina li Kurdên Sûrîyê û rexne li sîyaseta Partîya Gel ya Komarî (CHP) ya opozîsyona Tirkîyê û hikumeta deshilat ya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) kirin.

Wî got, "xelkê Rojava parastina axa xwe dike. Wan êrîşê ti kesan nekirine. Çima dijminê Tirkîyê bin. Heta niha çawa ku Sûrîye û Îraq cîranên me bûn, niha jî Kurdistan dibe cîrana me. Hûn çima ji vê aciz dibin? Navê vê helwesta we nijadperestî, dijminahî û Kurdofobî ye."

Hevserokê BDP’ê li ser komkujîya Roboskê jî dîyar kir, "divê piştî hevdîtina malbatan ya bi serokwezîr re, êdî hikumet gav bavêje. Berpirsên vê komkujîyê derxe holê, lêborînê bixwaze û bi vî awayî jî şîna ku malbat digirin bi dawî were."

Delegeyên BDP’ê jî berîya hilbijartin pêk werin kongre ji Dengê Amerîka nirxandin ku wan jî hêvî û daxwazên xwe anîn ziman.

Kongre piştî axaftinan û xwendina raporên xebatê bi muzîk û şahîyê berdewam kir.
Dema hilbijartinan karmendên çavdêr yên Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) xwestin posterên Ocalan ji salonê werin derxistin.

Lê jiber nerazîbûna beşdaran bêyî rakirina posteran hilbijartin pêk hatin û di encamê de, wek hevserokên BDP’ê yên Stenbolê Arîfe Çinar û Emrullah Bingul hatin hilbijartin.

Li kongreya Stenbolê ji xeynî Kurdan beşdarîyeke xurt ya pêkhatên cuda yên civakê jî hebû ku ev jî wekî nîşaneya amadekarîyên hilbijartinên şaredarîyan ya sala 2014’an hate nirxandin.

Kongreya BDP’ê ya Stenbolê
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:08 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG