Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

25 Teqînan Îraq Hejand


Cihê teqîneke bajarê Besre, Duşem, 29'ê Tîrmehê, 2013.
Bi sedema zincîreka teqînên otomobîlan li seranserê Îraqê, bi kêmî ve 51 kes hatin kuştin û 200 kesên din birîndar bûn.

Piranîya teqînên roja Duşemê li bajar û deverên Şîeyan li seranserê welatî qewimîn.

Heşt deverên Bexdayê rastî êrîşan hatin û li gorî karbidestên Îraqî 150 kes li paytexta Îraqê hatin kuştin yan birîndar bûn.

Herwiha li bajarê Besre ya başûra Îraqê jî, bi sedema teqînan 23 kes hatin kuştin yan birîndar bûn.

Di vê mehê de bitenê herî kêm 850 kes li Îraqê hatîne kuştin.
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:55 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG