Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Memnûn Husên Bû Serokê Pakistanê


Memnûn Husên
Endamên parlamentoya Pakistanê roja Sêşemê kardar Memnûn Husên wek 12-emîn serokê Pakistanê hilbijart.

Birêz Husên alîgirê nêzîk yê serokwezîr Newaz Şerîf e. Lê belê ew ne sîyasetmedarekî navdar e. Ew li sala 1999’ê bitenê jibo çend mehan fermandarê herêma Sindh bû.

Seorkê nû yê Pakistanê li sala 1940'ê li Hindistanê li dayik bû û li dema dabeşkirina Hindistanê ligel malbata xwe koça Pakistanê kir.

Birêz Husên li meha Îlonê cihê Asif Alî Zardarî digire, ku jibo pênc salan serokê Pakistanê bû.
XS
SM
MD
LG