Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

248 Girtî li Zîndaneke Pakistanê Revîn


Hêzên parastina Pakistanê operasyoneke lêgerînê destpê kirin jibo vedîtin û destgîrkirina bi sedan girtîyan ku li zîndaneke bakura rojavaya welatî revîne.

Çekdarên Talîbanê di êrîşeke mezin de şîyan bi sedan girtîyan li zîndana herêma Xeyber-Paxtunxwa azad bikin.

Çekdaran bi bombeyan êrîşa dergehê sereke yê zîndanê kirin û cûne nav zîndanê.
Karbidest dibêjin, 12 kes di wê êrîşê de hatin kuştin ku çar ji wan polîs bûn.

248 girtî di wê êrîşê de revîn ku 25 ji wan terorist bûn, li gorî karbidestan.

Komela Talîban a Pakistanê berpirsîyarîya xwe hemberî wê êrîşê ragihand.
XS
SM
MD
LG