Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqîna Trimbêlekê li Girkê Legê


Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandin ku trimbêlek roja Sêşemê li bajarokê Girkê Legê yê parêzgeha Hesekê teqîya û di encama wê de çend hemwelatîyên Kurd birîndar bûn.

Piştî bûyerê, şervanên Kurd ji bajarên din hatin şandin jibo wî bajarokî.

Di çend hefteyên dawî de, şer di navbera şervanên Kurd û mîlîtanên Îslamî de li bakur rojhilata Sûrîyê zêde bûye.

Hêjayî gotinê ye ku ev bûye salek ku herêmên bakur rojhilata Sûrîyê ketine jêr desthilata partîyên Kurd. Di encama vê yekê de, nemreyên otomobîlan bûne bi Kurdî, ziman û çanda kurdî serbest bûne û herwiha hêzên polîsên Kurd hatin avakirine.
XS
SM
MD
LG