Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Welatîyên Xwe li Seranserê Cîhanê Hişyar Dike


Balyozxane û konsulxaneyên Amerîkî roja Yekşemê li van bajaran wê werin daxistin.
Washington welatîyên Amerîkî li seranserê cîhanê hişyar dike ku neçin çend welatekan, jiber hebûna gefeya êrîşên teroristî ji layê El Qayde ve.

Wezareta Derve ya Amerîkî ragihand ku gefeya terorê li welatên Rojhilata Navîn û bakura Afrîkayê herî bihêz e.

Wezareta Derve herwiha ragihand ku dibe ku jêderê êrîşa teroristî li welatên nîv girava Erebî be.

Hikûmeta Amerîkî herwiha biryara daxistina pitir ji 20 balyozxane û konsulxaneyên Amerîkî da li roja Yekşemê.

Piranîya wan balyozxane û konsulxaneyan li welatên Musilmanan in.

Konsulxaneya Amerîkî li bajarê Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê jî wê were daxistin.
XS
SM
MD
LG