Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xameneyî Serokatîya Ruhanî Pejirand


Hesen Ruhanî (rast) Xameneyî hembêz dike, Şembî, 3'ê Tebaxê, 2013.
Hesen Ruhanî (rast) Xameneyî hembêz dike, Şembî, 3'ê Tebaxê, 2013.
Rêberê mezin yê Îranê Ayetullah Alî Xameneyî roja Şembî serokatîya Hesen Ruhanî pejirand.

Di merasîmeke taybet de li Tehranê, birêz Ruhanî wek heftemîn serokê Komara Îslamî dest bi kar bû.

Merasîma giştî ya destpêka serokatîya Ruhanî roja Yekşemê li parlamentoyê birêve diçe.

Di yekemîn gotara xwe wek serok, birêz Ruhanî soz da ku xebatê bike jibo hilweşandina cezayên rojavayê li dijî Îranê.

Civata Tenahî ya Neteweyên Yekbûyî û hejmareke welatên rojavayê cezayên tund li dijî Îranê ragihandine jiber bernama navokî ya wê.

Birêz Ruhanî li hilbijartina serokatîya ya 14’ê Hezîranê, wek serokê Komara Îslamî hate hilbijartin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG