Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çapraz: Em Kurd Gerek bi Hemî Zimanan Dengê Xwe Bînin Ziman


Necip Çapraz
Necip Çapraz
Gerînendeyê Giştî yê Malpera Yuksekova Haber’ê rojnamevan Necîp Çapraz got “Kurdek ger li ser hizr û çand û mafê xwe tevbigere, nikare di medya Tirkiyê de jixwe re dergehek peyda bike.”

Yuksekova Haber , 13 sal berê li Gevera Colemêrgê hat ava kirin. Di 9-emîn pêşbazîya Bobs’ê ya ku ji alîyê Deutsche Welle’yê di meha Gulanê de hat lidarxistin, di beşa ‘Bloga Herî Baş ya Tirkî de bû yekemîn.

Necîp Çapraz destnîşan kir li hemî cîhanê Kurd malpera wan dişopînin û weha dewam kir “ji çi miletî dibe bila bibe, mirovên demokrat yên Tirkîyê jî malpera me dişopînin.

Heta ku ji deste me tê li gorî kaydeyên navnetewî yên rojnamegerîyê, em nûçeyên xwe çêdikin. Di warê raghandinê de jî li Tirkiyê malpera me weke maplerek altefnatîf tê qebûl kirin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:02 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG