Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Nû yê Îranê Sond Xwar


Serokê nû yê Îranê Hesen Ruhanî roja Yekşemê li avahîya parlamentoya Îranê sonda serokatî xwar.

Di merasîmekê de li Tehranê, birêz Ruhanî soz da ku destûr û olê fermî yê Komara Îslamî biparêze.

Ev cara yekemîn e ku rêberên welatên din û mêvanên bîyanî di wê merasîmê de amade bin.

Ruhanî, yê 64-salî, herwiha soz da ku şerê gendelî bike û li gor daxwazên gelê Îranê reforman encam bide.

Roja Şembî jî rêberê mezin yê Îranê bi fermî serokatîya Ruhanî pejirand.

Birêz Ruhanî li hilbijartina serokatîya ya 14’ê Hezîranê, wek serokê Komara Îslamî hate hilbijartin.
XS
SM
MD
LG