Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saudî Rê Neda Serokê Sudanê


Omer El Beşîr
Hikûmeta Sudanê ragihand ku Erebistana Saudî rê neda balafira serokê Sudanî Omer El Beşîr derbasî esmanê Erebistanê bibe.

El Beşîr roja Yekşemê ber bi Îranê diçû jibo beşdarbûn di merasîma sondxwarina serokê nû yê Îranê Hesen Ruhanî.

Erebistanê balafira Serokê Sudanê neçar kir ku vegere Xertûma paytexta Sudanê.

Ajansa fermîya nûçeyan ya Sudanê ragihand ku hikûmeta Sudanê pêşwext destûr ji karbidestên Saudî wergirtibû ku balafira El Beşîr derbasî esmanê Erebistanê bibe.

Têkelîyên navbera Erebistan û Îranê gelek aloz in.
XS
SM
MD
LG