Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

BDP li Dijî Êrîşên El Nusrayê li Rojava Çalakîyan Dike


Çekarên Cebhet El Nusra
Li hemberê êrîşên El Nusrayê ku li Rojavayê pêk tên, Partîya Aşitî û Demokrasîyê (BDP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji 4 mehê heta 6’ê mehê li Serêkanîya Ruhayê (Ceylanpinar) hin rêzeçalakîyan didin destpêkirin.

Bizava destpêkê meşeke girseyî ye û Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demirtaş û Hevseroka KCD Aysel Tugluk, tevî parlamenterên BDP'ê beşdar dibin. Herwiha roja Duşemê jî ji tevekî bajarên Kurdan, bi hezaran kes dê harin Ceylanpinarê û beşdarê bizavên nobeta aşitîyê bibin.

Parlamentera BDP’ê ya Dîyarbekirê Nursel Aydogan ji jibo beşdarê xwepêşandan bibe, li Serêkanîya Rûhayê (Ceylanpinar) ye. Birêz Aydogan ji Dengê Amerîka re got “hikûmet di daxuyanîyên dawî de dibêje ku li hemberê van rêxistinan tedbîran digre lê rûniştvanêm navçeyê dibêjin ku her şev li navçeyê kareba qut dibe. Herwiha îddîa dikin dema ku derdor tê tarî kirin, di derîyê sînor de ji El Nusrayê re teçizat û muhimat tê hinartin, herwiha endamê wan rêxistinan jî di dema ku kareba qut dibe, diçin û tên."

Parlamentera BDP'ê got divê hikûmet van rastîyan bibîne û rê nede van rêxstinan.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:03:28 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG