Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Teqînekê de li Afganistanê 16 Kes Birîndar Bûn


Karbidestên Afganistanê dibêjin, di encama teqînekê de 16 kes birîndar bûne.

Berî teqînê Yekşemê bi rojekê, êrîşeke xwekuj li bajarekî rojhilata Afganistanê pêk hat ku konsulxaneya Hindistanê kiribû armanc.

Karbidest dibêjin ku teqîna roja Yekşemê li bajarê Celalabad pêk hat dema ku trimbêla dozgirê wîlayetê Ebdul Qeyûm derbas dibû. Nobedarên dozgir û 12 hemwelatîyên sivîl di teqînê de birîndar bûn.

Her li bajarê Celalabad roja Şemîyê, sê êrîşbirên xwekuj bi trimbêlan êrîşî konsulxaneya Hindistanê kirin û neh kuştî û 23 birîndar li dû xwe hişt. Di nav kuştîyan de zarok jî hebûn.
XS
SM
MD
LG