Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê Dîsa Vebû


Konsulxaneya Amerîkayê li paytexta Herêma Kurdistanê û çend bajarên din yên cîhanê roja Duşemê dîsa vebûn. Lê belê 19 balyozxane û konsulxaneyên din her hatîne girtin.

Bi sedema gefeyên êrîşên teroristî, hikûmeta Amerîkî biryara girtina balyozxane û konsulxaneyên xwe da jibo roja Yekşemê li welatên Rojhilata Navîn û bakura Afrîkayê.

Washington herwiha welatîyên Amerîkî li seranserê cîhanê hişyar kir ku neçin çend welatekan û agahdarî xwe bin, jiber hebûna gefeya êrîşên teroristî ji layê El Qayde ve.

Balyozxane û konsulxaneyên ku roja Duşemê vebûn li van bajêran in: Bexda, Besre, Hewlêr, Kabul, Herat, Mezar El Şerîf, Cezayîr, Dhaka û Nowakşot.

Balozxane û konsulxaneyên ku heta roja 10’ê Tebaxê hatîne girtin li van bajêran in: Abu Dabî, Amman, Qahîre, Rîyad, Dahran, Ciddeh, Doha, Dubay, Kuwayt, Manama, Muskat, Sana, Terablus, Antananarivo, Bujumbura, Cîbotî, Xertûm, Kigalî û Port Louis.
XS
SM
MD
LG