Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Tirkîyê Çalakîyên BDP'ê yên Piştgirîya Rojavayê Asteng Kirin


Xwepêşandanên Partîya Aşitî û Demokrasîyê (BDP) ya ku jibo piştgirîya Rojavayê li Ceylanpinarê (Serêkanîyê) navçeya Ruhayê bidana destpêkirin, ji alîyê polîsan ve hatin asteng kirin.

Roja Duşemê ji Dîyarbekir, Batman, Mêrdîn, Wan, Elezîz û navçeyên wan bi sedan minibus, qefle bi qefle jibo ku beşdarê xwepêşandanan bibin, ber bi Ceylanpinarê birêketin lê hemû rêyên ku diçûn navçeyê ji alîyê polêsan bi panzer û tomayan hatibûn girtin.

Polêsan destnîşan kirin biryara Wezareta Kare Navxwe heye ku çûndina Ceylanpinarê ya jibo xwepêşandanan hatiye qedexe kirin.
Seroka BDP’ê ya Dîyarbekirê Zubeyde Zumrut ji Dengê Amerîka re got ligel hemû astengîyan bi rêya bizavan ewê heta dawîyê piştgirîya xwe bidomînin.

Ligel ku gelek kes birojî bûn û germa hewayê di serîya 45 derecî de bû, dîsa jî bi sedan mirov jibo piştgirîyê tevlê xwepêşandanê bûbibûn. Şadîye Bulut jî Dîyarbekirê beşdar bû û got heta dawîyê ewê jibo Rojava berxwe bidin. Xalê Mihemedê 70 salî jî got ew dizanibe ku ewê li ser vê rêyê bimre jî dev ji berxwedanê bernade.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:05:19 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG