Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîlî û Filestînî Çarşemê Danûstandinên Aştîyê Destpê Dikin


Sayîb Îrêqat û Tsipî Lîvnî li Washingtonê destên hev girtin.
Karbidesteke Amerîkî dibêje, berpirsên danûstandinan yên Îsraîlî û Filestînî dê hefteya were li Orşelîmê danûstandinên aştîyê jinûve destpê bikin.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkî Jen Psakî doh Pêncşemê got ku nûnerê aştîya Rojhilata Navîn Martin Indyk û cîgirê nûnerê taybet Frank Lowenstein dê beşdarî danûstandinên roja Çarşemê bibin. Xanim Psakî got, piştî wan gotûbêjan dê civînek li bajarokê Jerîço yê Kenara Rojava pêk were.

Psakî herwiha got, nayê çaverêkirin ku Wezîrê Derve John Kerry ti daxuyanîyan piştî gotûbêjan bide.

Danûstandinên ku bûbûn demek di navbera Filestînî û Îsraîlîyan de hatibûn rawestandin, meha bûrî bi rîya Washington jinûve destpê kirin.

Wezîrê Derve John Kerry got, piştî danûstandinan herdu alîyan qebûl kirine ku piştî çend hefteyan careke din kom bibin. Birêz Kerry herwiha got ku ew plan dike peymaneke aştîyê di nav neh mehan de pêk bîne.
XS
SM
MD
LG