Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştgirên Morsî li Misirê Xwepêşandinên Xwe Berdewam Dikin


Bi hezaran hemwelatîyên Misirî yên piştgirîya Serokê derkirî Mihemed Morsî dikin, kolanên Qahîr dagirtine û daxwaza vegera wî bo desthilatê dikin.

Gelek kesan di xwepêşandinê roja Pêncşemê de alên Misirî hildan û nîşanên serokê derkirî bilind kirin, li dema ku Cejna Remezanê pîroz dikirin. Hikûmetê hişyarî derxistine jibo piştgirên birêz Morsî ku kolanan vala bikin.

Dijberên birêz Morsî jî roja Pêncşemê li Qada Tehrîr ya Qahîre kom bûn.
Misir rastî krîzeke siyasî tê ku ne hikûmet û ne jî opozisyona Îslamî dikarin çareser bikin.

Roja Çarşemê Serokê demkî Edlî Mensûr got, hewildanên vê hefteyê ji alîyê nûnerên navneteweyî jibo parçebûna siyasî serrast bikin, têk çûn. Serokê Misirê gazinê serneketina hewildanan avêt ser milê Îxwan el Muslimîn ya ku nêzîkî birêz Morsî ye.
XS
SM
MD
LG