Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Rejîma Sûrîyê de 20 Kes Hatin Kuştin


Rêxistineke Sûrî radigihîne ku di encama êrîşên asmanî yên hikûmetê de bi kêmî 20 kes hatine kuştin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan roja Şemîyê ragihand ku nîvê kuştîyan li bajarokê Selma yê rojavaya Sûrîyê şervanên opozisyonê bûn.

Hemdem, karbidestên Amerîkî û Rûs dibêjin ku wan li hev kirin ku alîkarîya destpêbûna danûstandinên aştîyê li Sûrîyê di zûtirîn dem de pêk bînin.

Pirsgirêka Sûrî yek e ji çend pirsgirêkên ku bûn cihê nakokîya di navbera herdu welatan de.
XS
SM
MD
LG