Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barzanî: Kurdistana Îraqê Kurdan li Sûrîyê Diparêze


Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî.
Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesud Barzanî roja Şemîyê soz da ku Kurdên Sûrîyê ji êrîşên komên çekdar yên girêdayî bi El Qayde biparêze.

Di daxuyanîyekê de ku li ser malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê belav bû, birêz Barzanî bang li şandeyekê kir ku serdana herêmên Kurdî li Sûrîyê bike jibo vekolîna raportên derbarê kuştina hemwelatîyên sivîl yên Kurd bike. Eger hate piştrastkirin, birêz Barzanî got, ewê Kurdistana Îraqê bi hemû şiyan û karîna xwe jin û zarok û hewmelatîyên Kurd li Sûrîyê biparêze.

Birêz Barzanî ti hurgîlî derbarê şêweyê parastina Kurdên Sûrîyê neda.

Li Kurdistana Îraqê Pêşmerge hêza çekdar ya sereke ye ku endamên wê xwedî ezmûneke mezin in di şer de hene.

Gotinên Serokê Kurdistana Îraqê piştî pevçûnan e deverên Kurdî yên bakura rojhilata Sûrîyê di navbera şervanên Kurd û çekdarên Îslamî yên radîkal de. Bi sedema wan pevçûnan bi dehan kes ji herdu alîyan hatine kuştin.
XS
SM
MD
LG