Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mûrad Ciwan: Îro Esed ji Muxalefetê Bêhtir Xwe Nêzîkî Kurdan Dike


Mûrad Ciwan
Bêhtir ji du salan piştî serhildana Sûrîyê, hêzên opozisyonê serkeftî nebûne ji pêkanîna armanca xwe.

Sîyasetmedar Mûrad Ciwan dibêje ku hêzên muxalefeta Sûrîyê ji roja destpêka serhildanê heta îro gelek ji armancên xwe bi dûr ketin û neşîyan bawerîya gelên Sûrîyê bidest bînin û piştgirîya wan bistînin.

Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, birêz Ciwan dibêje “muxalefeta Sûrîyê ji dêvla ku her ku biçe ber bi xurtbûnê û daxwazên zelaltir biçe, hêzên teroristên navneteweyî zêdetir ketin di nav muxalefetê de.”

Birêz Ciwan herwiha got ku “îro rejîma Beşar El Esed ji hêza muxalefetê bêhtir dixwaze xwe nêzîkî Kurdan bike. Muxalefetê hêj jî daxwazên Kurdan yên rewa qebûl nekirine.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:17:32 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG