Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve Serdana Amerîkaya Latîn Dike


پاکستان کے دارالحکومت اسلام آباد میں حکومت مخالف دھرنے  ایک ماہ سے جاری ہیں۔
پاکستان کے دارالحکومت اسلام آباد میں حکومت مخالف دھرنے  ایک ماہ سے جاری ہیں۔
Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry li Kolombiyayê ye jibo encamdana kombûnan bi rêberên wî welatî re.

Ev yekemîn serdana birêz Kerry ye bo Amerîkaya Başûr piştî di destpêka vê salê de posta Wezîrê Derve wergirt.

Biryar e birêz Kerry li Bogota ya paytext gotûbêjan li ser bazirganî, parastin û pirsên din bike.

Ev serdan di demekê de ye ku hikûmeta Kolombiyayê danûstandinên aştîyê ligel serhildayên FARC encam dide، di bizavekê de jibo sekinandina şerê 50-salî li wî welatî.

Balyozê Amerîkî li Kolombiyayê Michael McKinley dibêje got ku hikûmeta Amerîkî piştgirîya danûstandinên aştîyê dike.

Piştî serdana wî bo Kolombiyayê, birêz Kerry roja Sêşemê serdana Brazîlê dike.
XS
SM
MD
LG