Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyona Sûrî Planeke Nû jibo Piştî Esed Amade Dike


Endamên opozisyona Sûrîyê.
Dijberên rejîma Beşar El Esed planeke sîyasî ya nû amade dikin jibo Sûrîyê, piştî nemana Esed.

Li gorî wê planê, gerek komeleyên çekdarî bihêne hilweşandin û ajansên parastinê ji nû ve bihêne avakirin.

Herwiha parlamentoyeke nû bernivîsa destûrê welatî amade dike li ser binemayê destûrê sala 1950. Gerek bernivîsa destûrî di referendumeke niştîmanî de deng li ser bihête dan.

Plana nû ji layê 300 çalakvan, rêberên leşkerî û endamên komela sereke ya opozisyona Sûrîyê ve hatîye amadekirin.

Biryar e plana nû roja Çarşemê li Stenbolê bi fermî bihête eşkerekirin.
XS
SM
MD
LG