Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Redîf Mistefa: Gerek Kurd di Şoreşa Sûrîyê de Beşdar Bin


Neyarên rejîma Beşar El Esed planeke sîyasî ya nû amade dikin jibo Sûrîyê, piştî nemana Esed.

Plana nû ji layê 300 çalakvan, rêberên leşkerî û endamên komela sereke ya opozisyona Sûrîyê ve hatîye amadekirin û roja Çarşemê li Tirkîyê bi fermî dihête eşkerekirin.

Redîf Mistefa, çalakvanê mafên mirovan, dibêje ku gerek Kurd beşdar bin di amadekirina her planekî de jibo pêşeroja Sûrîyê.

Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, birêz Redîf dixwaze ku “hêzên Kurdan li xwe vegerin û di şoreşa Sûrîyê de beşdar bibin û bibin beşek li opozisyona Sûrîyê.”

Birêz Mistefa herwiha got ku hêzên Kurdistanî “mixabin berjewendîyên xwe bi dereceyê esasî parastin, ne berjewendîyên Kurdên Sûrîyê.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:56 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG