Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salih Demîcer: Rewşa Xirab ya Kurdên Sûrîyê ji Ne Yekbûna Helwesta Wan Tê


Salih Demîcer li Amerîka dijî
Salih Demîcer li Amerîka dijî
Derîyê sînor yê Sêmalka di navbera Kurdistana Sûrîyê û Kurdistana Îraqê de hate vekirin û bi hezaran Kurd ji alîyê Sûrîyê derbasî alîyê din yê sînor bûn. Hemdem Hevserokê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Salih Mislim û şandeke din ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) bi awayekî cuda serdana Tirkîyê dikin jibo danûstandinên ligel karbidestên Tirk.

Ji alîyekê din ve, şer li derdora bajarê Kobanê di navbera şervanên Kurd û radîkalên Îslamî yên ser bi el Qayîde de germ bûye.

Derbarê van babetan, nivîskar Salih Demîcer ji Dengê Amerîka re dibêje ku vekirina sînor pêwîst bû ji mêj ve hatiba kirin, "jiber sînorê ligel Kurdistana Îraqê rîya bitenê ye jibo Kurdên Sûrîyê ku peywendîyê ligel welatên cîran bikin."

Birêz Demîcer herwiha dibêje, "egera şer nuha li hemû bajarên Kurdistana Sûrîyê heye." Ew dibêje ku "neyekîtîya helwesta Kurdan û pûçkirina Peymana Hewlêrê Kurdên Sûrîyê gihandine vê qoxanê."

Jibo guhdarîkirina hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:12:45 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG