Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Cîhanê Bûyerên Misirê Şermezar Dikin


Cîhanê givaştin li hikûmeta demkî ya Misirê zêde kir, rojekê piştî tepeserkirina piştevanên serokê Îslamî yê derkirî Mihemed Morsî bêtirî 600 kûştî li dû xwe hişt.

Serokê Amerîkî Barack Obama roja Pêncşemê got ku rêvebirîya wî rahênaneke leşkerî ya girîng jibo artêşa Misirê betalkirin. Rahênana bi navê Bright Star anku Stêra Geş her du salan carekê pêk tê jibo ku prestîja artêşa Misirê xurt bike.

Serok Obama got ku ew dixwaze hevkarîya Amerîka ligel Misirê berdewam bike. Misir salane bi nirxê yek milyon dolar alîkarîya leşkerî werdigire. Lê Serokê Amerîkî hişyarîya gavên dûrtir da eger desthilatdarîya Misirê “tundûtûjîya xwe li hember sivîlan berdewam” bike.

Brîtanya, Fransa, Almanya û Îtalya bang li balyozên xwe yên li Misirê kirin ku vegerin welatên xwe. Tirkîyê jî şand dû balyozê xwe yê li Qahîre jibo şêweran.

Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî civîneke awarte li New Yorkê lidar xist û banga dawîkirineke demûdest jibo tundûtûjîyê kir.

Wezîrê Derve yê Austalya Bob Carr daxwaz ji hikûmeta Misirî kir ku vê krîzê kontrol bike. Papayê Vatîkanê Francis jî daxwaz ji bawermendan kir ku jibo aştîyê li Misirê nivêj bikin.
XS
SM
MD
LG