Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Teqîna Trimbêlekê de Li Beyrûtê 18 Kes Hatin Kuştin


Di encama teqîna trimbêlekê de roja Pêncşemê li taxeke başûrê Libnanê 18 kes hatin kuştin û bêtirî 200 kesên din birîndar bûn.

Teqîn li taxa Dahiyê ya başûrê Beyrûtê pêk hat ku li jêr kontrola grûpa Şîa ya Hizbullah dikeve.

Ev êrîş ya duwem e li heman deverê ji dema ku Hizbullah tevlî hêzên Serokê Sûrî Beşar Esed bûye di şerê li dijî serhildayên piranî Sunnî de. Di teqînekê de li meha bûrî bêtirî 50 kesî birîndar bûbûn.

Wexteke kin piştî teqînê, vîdyoyeke li ser înternetê hate belavkirin ku tê de sê mêrên nixumandî li pêş aleke spî rawestîya bûn û Şehada xwe ya Îslamî digotin. Yekî ji wan her sê kesan got ku teqîna Pêncşemê nameya duwem bû jibo rêberê Hizbullah Hesen Nesrallah.

Siyasetvanên Libnanî roja Pêncşemê teqîna vê dawîyê şermezar kir û Serokwezîrê Necîb Mîqatî Înî wekî rojeke şînîya niştimanî ragihand.
XS
SM
MD
LG