Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Sîyasî ya Kurd û Opozîsyona Sûrîyê li Hev Kirin


Abdulbasit Seyda
Komîteya Sîyasî ya Hevalbendîya Opozîsyona Sûrîyê roja Înîyê bi şanda Yekîtiya Sîyasî ya Kurdên Sûrîyê ku ji çar partîyan pêk tê re li Stenbolê civîya.

Opozîsyona Sûrîyê cara pêşî biryar girt ku pêkhatên opozîsyonê nêrînên xwe yên li ser çareserîya sîyasî ya pirsa Kurd bi dokumentekê pêşkeş bikin.

Li civînê Serokê El Partî Ebdulhekîm Beşar, Serokên her du partîyên Azadî Mistefa Cuma û Mistefa Oso jî beşdarî kirin ku beşdarîya wan ya nav opozîsyonê û avakirina komîsyonekê hate ragihandin.

Opozîsyona Sûrîyê wê herwiha ji xeynî Yekîtîya Sîyasî ya Kurd, beşdarîya partîyên din yên Kurdên Sûrîyê ku bixwazin têkevin nav koalîsyonê jî qebûl bike.

Endamê Hevalbendîya Opozîsyona Sûrîyê Dr. Abdulbasit Seyda ev civîn ji Dengê Amerîka re nirxand ku got, "civîneke serkeftî bi şandeya Kurd re encam daye."

Dr. Seyda herwiha ragihand, nûnerên Koalîsyona Opozîsyona Sûrîyê jî beşdarî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê dibin ku ev jî jibo Kurdan fersendek e.

Endamê Koalîsyonê, li ser avakirina rêvebiriyeke herêmî jibo Kurdên Sûrîyê jî da zanîn, "li civîna koalîsyonê jî behsa rêvebirîyeke îdarî bûye ku ev yek ji pirseke sîyasî wêdetir karê pisporan e. Divê ew rûnên û çareyekê bibînin."

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:04:41 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG