Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: Di Êrîşekê de li Sûrîyê Krîstîyan Hatin Kuştin


Medyaya dewletê û çalakvan li Sûrîyê radigihînin çekdaran 11 kes roja Şemîyê li naverasta Sûrîyê kuştin, ku piranîya wan Krîstîyan bûn.

Dîdevanekî ev êrîş wekî êrîşeke tayîfî li dijî kêmanîya Krîstîyan binav kir.

Rûniştvanekî ji wê deverê ji Ajansa Associated Press re got ku çekdaran teqe li kolanekê kirin li dema ku Krîstîyanan pîrozbahîya cejneke xwe dikirin. Dîdevanî navê xwe negot jiber tirsa ji çekdaran.

Ajansa nûçeyan ya hikûmetê SANA êrîş wekî komkujî binav kir û got ku jin û zarok jî di nav kuştîyan de hebûn.

Lê çalakvanên opozisyonê dibêjin, gelek ji kuştîyan şervanên ser bi hikûmetê bûn ku li ser xaleke kontrolê bûn.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku neh ji wan kuştîyan Krîstîyan bûn. Çavdêrîyê ragihand, serhildayan êrîş birin ser xalên kontrolê yên mîlîşyaya Hêzên Berevanîya Niştimanî û pênc kes kuştin. Rêxistinê herwiha got, şeş ji kuştîyan sivîl bûn ku du jin di nav wan de hebûn.

Li Sûrîyê Krîstîyan 10 ji sedî ji rêjeya hemwelatîyên Sûrîyê pêk tînin.
XS
SM
MD
LG