Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neh Kes li Dîyarbekirê Hatin Kuştin


Li gundê Helhel'a Hezroyê ku li ser Dîyarbekirê ye,di nav pevçûna du malbatan de 9 kes hatin kuştin, 7 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Li go hin nûçeyan ji gundê Helhelê du xort jibo bigehijin Partîya Karkerên Kurdîstanê (PKK) diçin sere çîya. Malbatên xortan jiber çûndina zarokên xwe, cîranêkî xwe yê ku endamê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) ye sûcdar dikin û pev diçin.

Serokê BDP’a Hezroyê Şakir Dolan ji Dengê Amerîka re got "Sedema pevçûna malbatan ne zelale lê nûçeyên ku li ser endamê BDP’ tê gotin jî ne rast in."

Şahîde Tekîn, Mehmet Tekîn, Erdal Tekîn, Ruken Tekîn, Selîm Ogurlayan û Vasfiye Dagli di pevçûnê de hatin kuştin. Navê sê kesan jî hê ne dîyar e.

Hêjayî bibîrxisitinê ye ku 20 roj berê, di 28 Tebaxê de li gundeki Farqîna navçeya Dîyarbekirê jî jiber sedema zevîyan ji malbata Ustunan 8 mêr hatibûn kuştin.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:03:17 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG