Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Birayê Rêberê El Qayde li Misirê Hate Girtin


Eymen el Zewahirî
Eymen el Zewahirî
Karbidestekî ewlekarîya Misirê dibêje ku birayê rêberê el Qayde Eymen el Zewahirî li Misirê hatiye girtin.

Karbidestî roja Şemîyê got ku Mihemed el Zewahirî, rêberê komeke cîhadî ya Selefî li xalelek kontrolê li devera Gîza hate girtin.

Karbidest red kir ku bêtir zanînan bide. Wî navê xwe eşkere nekir jiber destûr nebû ji çapemenîyê re baxive.

Grupa Mihemed el Zewahirî xwedî îdyolojîyeke tundrê ye, lê berî derbeya 3'ê Tîrmehê ya Misirê ne qedexe bû. Hevpeymanîya wî ligel serokê derkirî Mihemed Morsî hebû.
XS
SM
MD
LG