Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malikî: Çek û Şerker li Sûrîyê Derbasî Îraqê Dibin


Nûrî El Malikî
Nûrî El Malikî
Serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî dibêje ku çekên ku hindek welat didin serhildayên Sûrîyê, bi qaçaxî digihin Îraqê. Malikî herwiha got ku çekdarên biyanî jî derbasî Îraqê dibin.

Malikî dibêje, “çekên ku didin van mêrkujan li Sûrîyê bi qaçaxî tînin Îraqê, û gurên ku li welatên cûda çûne Sûrîyê, niha derbasî Îraqê dibin.”

Serokwezîrê Îraqê got ku hatina çek û şerkerên bîyanî bo Îraqê, sedema zêdebûna tundtûtûjîyan e li wî welatî.

Hikûmeta Îraqê, bi rêberatîya Şîeyan, têkelîyên nêzîk bi rejîma Sûrîyê û Îranê re hene.
XS
SM
MD
LG