Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyva Kurdistan li Tirkîyê Qedexe ye


Tevgera Ciwanên Kurdistanê
Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê hefteyek berê li Dîyarbekirê hat ava kirin.

Çar roj derbaz nebû, Wezareta Karê Navxweyî biryarek da ku ew nikarin bi navê Kurdîstanê komele ava bikin.

Ji rêvebirîya komelê Serhed Mêrdînî destnîşan kir ku çar roj piştî vekirinê, di derbarê nav de lêpirsîn hat destpê kirin. Mêrdînî dîyar kir, ji wan re hate gotin ku li gor xala 302ê ya qanûna cezayê ya Qanûna Bingehîn nikarin navê Kurdistanê bidin komelê.

Serhed Mêrdînî herwiha got, biryara qedexe kirina navê Kurdistanê biryareka sîyasî ye. "Ku hun navê Kurdistanê qebûl nakin, çawa dikarin ji çekdarên PKK’ê re bejin dest ji çekan berdin û werin sîyaset bikin.”

Xortê Kurd da zanîn ku ew dev ji navê Kurdistanê ber nadin, rê û rêbazên hiqûqî çi hewce bike, heta dawîyê ewê li ser biryara xwe bin.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:06:43 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG