Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêvekolên Neteweyên Yekgirtî Gihiştin Sûrîyê


Ake Sellstrom (rast), serokê tîma lêvekolên Neteweyên Yekbûyî, roja Yekşemê gihişt Şamê, 18'ê Tebaxê, 2013.
Lêvekolên Neteweyên Yekgirtî gihiştin Şamê jibo encamdana lêkolînan li ser îdîaya bikaranîna çekên kîmyawî li Sûrîyê.

Tîma pêkhatî ji 20 endaman roja Yekşemê bi heft otomobîlan gihiştin hoteleke pênc-stêr li Şamê.

Pêş gihiştina wan, cîgirê wezîrê derve yê Sûrîyê Feysel Miqdad gote ajansa Associated Press ku Sûrîye bi hemû rêyan hevkarîya lêvekolên Neteweyên Yekbûyî dike.

Erkê tîma N.Y. encamdana lêkolînan e li sê deverên Sûrîyê, di nav de bajarê Xan El Essel ya ser bi Helebê.

Serokê Sûrîyê Beşar El Esed dibêje ku serhildayan li roja 19'ê Adarê çekên kîmyawî li wî bajarî bikaranîn. Di bersiv de, serhildayên Sûrîyê rejîma Esed bi bikaranîna çekên kîmyawî tawanbar dikin.
XS
SM
MD
LG