Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Êrîşa Armanceke Hundirî Sûrîyê Dike


Leşkerên Îsraîlî li Golanê
Karbidestekî leşkerî Îsraîlî radigihîne ku hêzên Îsraîlî êrîşa armanceke hundir Sûrîyê kir ku jêdera êrîşên bi hawinan bû li ser herêma Golanê.

Karbidestî roja Yekşemê got, bi kêmî ve sê hawin li rex sînorê Sûrîyê ketin, lê ti zîyanên gîyanî nebûn.

Karbidestê Îsraîlî got ku hikûmeta wî gilî gihande Neteweyên Yekbûyî û paşê êrîşek bir ser jêdera êrîşê. Wî navê xwe eşkere nekir jiber ku destûr nebû bi awayekî fermî li ser bûyerê baxive.

Karbidestê Îsraîlî armanc neda xuya kirin û negot ka çaewa êrîş hatiye kirin û eger Sûrî têde hatibin kuştin.
XS
SM
MD
LG