Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Deverên Piranî Sunnî li Îraqê Rastî Teqînan Hatin


Karbidestên Îraqî dibêjin, di encama du teqînan de li deverên bazirganî yên piranî Sunnî de Bexdayê, bi kêmî çar kesên sivîl hatin kuştin.

Efserekî Polîsan dibêje, teqîna yekê sibeha Yekşemê li taxa Amirîye qewimî ku di encama wê de du kes hatin kuştin û neh kesên din birîndar bûn. Wî got, teqîna din li taxa Xedra pêk hat û bû sedema kuştina du kesên sivîl din û birîndarbûna heşt kesan.

Karbidestekî saxlemîyê jî jimara qurbanîyan piştrast kir. Herdu karbidestan navên xwe eşkere nekirin, jiber ku wan destûr nebû agahîyan derbarê teqînan bidin.

Di çend mehên dawî de, herî kêm sê hezar kes di tundûtûjîya li Îraqê de hatine kuştin.
XS
SM
MD
LG